Dîsa çû
Li şeveki tarî
Bi dilekî kerî
Wek zarokek sêwî
Hîştîm dîsa çû
Ez hîştin ber derî
Bi dilek şevederî
Wek gur li nav kerî
Hîştim dîsa çû
Dîsa çû, dîsa çû
Hîştim dîsa çû
Min jî lê bawer kir
Dil bin piyê wî/wê kir
Min hêvi nedikir lê
Hîştim dîsa çû
Bi hestên pînekirî
Bi çavên kelegirî
Bi qeyd û bendkirî
Hîştim dîsa çû
Dîsa çû, dîsa çû
Hîştim dîsa çû
Gotin û Muzîk: Dîno